Li Şêx Meqsûd hewan teqiya: 3 kuştî, 5 birîndar

Li Şêx Meqsûd hewan teqiya: 3 kuştî, 5 birîndar

Li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku piraniya şêniya wê Kurd e, topek hewanê li nêzî nûqteya kontrolê ya asayişa Kurdan ket û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn. Hate zanîn ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan 2 Kurd, 1 jî Ereb e.

Li gorî çavkaniyên herêmî, saet derdora 13.30 li taxa Şêx Meqsûd a Hebelê ku piraniya şêniya wê Kurd e, topek a hewanê li nêzî nûqteya kontrolê ya li Şerqiyê ket û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn. Hate zanîn ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan 2 Kurd, 1 jê Ereb e.

Navên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Elî Ebdulmenan Qeleder ji bajarokê Mabata yê Efrînê, Mehemd Hisên Horo ji bajarokê Bilbilê yê Efrînê û Yusuf Cûma ji bajarê Îdlibê jiyan xwe ji dest dane. Kesên birîndar jî navê wan wiha ye: Ehmed Elo, Mehyeddîn Murad, Rojîn Elî Qeleder, Mehmed Abdo Eltêhî û Sîmon ku Xirstiyan e.

Hate zanîn ku kesên di encama ketina Hewanê li taxê de birîndar bûne, rakirine nexweşxaneya Henan û Nexweşxaneya Osman yên li taxa Şêx Mesûd û Taxa Eşrefiyeyê.

Di van hefteyên dawiyê de êrîşên li hemberî Kurdan zêde bûne. Ev êrîş bi taybet li Heleb û Efrînê pêk tên. Herî dawî di 15’ê cotmehê de artêşa rejîma Sûriyeyê otobûsa ji Efrînê diçû Helebê bombebaran kir û di encamê de yek jê jin bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Navên kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: “Abdo Qerbûz, Welîd Xencer, Nazîme Hesen, Kamîran Hesen û Muna Ebdella.”

Di 11’ê cotmehê wesayita ku rêwî dibir Libnanê di rê de li rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de 8 Kurdên ji navçeya Şiyê ya Efrînê jiyana xwe ji dest dan..

Di 9’ê cotmehê de jî wesayîta rêwiyan dema ji Efrînê diçû Helebê, li nêzî bajaroka Heyanê ya Helebê ji aliyê balefirên şer ên Sûriyeyê ve hate bombebarankirin. Di encama bomberana ku saet derdora 12.00’an de pêk hat de 4 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn

Di 5’ê cotmehê de Balefirên şer ên rejîma Sûriyeyê, li ser riya Efrîn û Helebê mînîbusek rêwiyan bombebaran kir. Di encamê de 3 kurdan jiyana xwe ji dest da, 2 jê zarok 7 kes jî birîndar bûn.

Di 6’ê îlonê de jî, li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê bobmebaran kir û di encamê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîdnar bûn. Li hemberî vê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hemû yekînên artêşa Sûriyeyê ji Kobanê derxistin.

Li gorî texmînên dawî hejmara Kurdên li Rojavay Kurdistanê û Sûriyeyê herî kêm 3.5 milyon e û ji vana 600 hezar li paytext Şam û 600 hezar jî li Helebê dijî. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kurdên li Rojava û bajarên Sûriyeyê diparêze.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriye paytext Şam û Helebê Kurdan diparêzin, gelek caran bang li ciwanên Kurd kirine ku neçin leşkeriya rejîma Sûriyeyê. Li ser vê bangê keç û xortên Kurd tevlî nava refên YPG’ê dibin û gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê diparêzin. YGP’ê di 19’ê Tîrmehê de ango di dema rizgarkirina bajarê Kobanîyê de bi awayeke fermî avabûna xwe ragihandibû. Her wiha, YPG li hemberî êrîşên rejîma Esad ên li hemberî Kurdan çalakiyên bersivdanê pêk tîne. Li gorî texîmanan hejmara milîtanên YPG’ê zêdetirê 10 hezar e û herî dawî li Qamişlo, Efrîn û Kobanê 3 tûgay ava kir.