Li Şamê teqîn: 10 mirin

Li Şamê teqîn: 10 mirin

Li Paytextê Sûriyeyê Şamê di dema di navbera serok dewlet Esad û nûnerê NY di cejnê de hevdîtina agirbestê dihat axaftin li dijî qereqolekê êrîşa bombeyî pêkhat. Di bûyerê de 10 kes mirin, bi dehan jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya televîzyona dewleta Sûrî, teqîn li herêma Bab Tuma ya navenda Şamê rû da. Di teqîna ku qereqolek ya polîsan hate hedef girtin de, yek jê jin 10 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hate dîtin ku, gelek ambûlans veguhestin cihê bûyerê, bifikarin ku hêjmara miriyan zêde bibe.

Balkêş bû ku teqîn di dema navbera Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar Esad û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Komkara Ereban û NY El-Ehdar el- Îbrahîmî hevdîtina agirbestê dihat axaftin pêkhat. Hikumeta Sûriyeyê bi boneya cejnê erênî bersiva agirbestekê li gel muxalîfan dabû.