Li Şakranê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê

Li Şakranê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê

Piştî girtiyên girtiyên ji PKK'ê û PAJK'ê di 12'ê Îlonê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd yên demokratîk dest bi girevê kirin 3 girtiyên din jî ketin grevê.

Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger yên girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku di 12'ê Îlonê de ji bo azadî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd yên demokratîk hatibû destpêkirin bi biryar didome û her ku diçe belav dibe. Çalakiya ku 42 rojin didome hêjmara tevlîbûnê jî zêde dibe.

Li Girtîgeha Tîpa Şakranê ya Alîaga ya Îzmirê 3 girtiyên din jî dest bi çalakiyê kirin. Girtî Sabah Ogur, Sevim Devrîm û Halime Demîr ji 13'ê Cotmehê û şûn vee dest bi çalakiya ya bêdem û dorveger kirin. Di heman girtîgehê de 5 jinên din jî di 3'ê Cotmehê de ketibûn girevê.