Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê vê sibehê di encama serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.
Vê sibehê li ser hinek malên Taxa Fahretînpaşa ya Tarsûsê de girtin. Piştî lêgerînên li male Vedat Dayan (18) û Mahmût Yavûz hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku, di lêgerîna mala Dayan de polîsan dest daniye ser cilên herêmî jî. 2 kesên ku bi hinceta tevlî Newrozê bûne hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan ya Navçeyê.