Li Taksîmê polîsan êrîşî çalakiya piştgiriya Kobanê kir
Li Taksîmê polîsan êrîşî çalakiya piştgiriya Kobanê kir
Li Taksîmê polîsan êrîşî çalakiya piştgiriya Kobanê kir
Li Stenbolê li ser banga Platforma Piştgiriya bi Kobanê re bi sedan kesên herikîn Qada Galatasaray a Taksîmê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan penç kes binçav kirin, li Taxa Dolapdere Hacî Ahmet ciwanên ji bo Kobanê daketin kolanan hat ragihandin ku polîsan guleyên rast berdane ciwanan.
Li Stenbolê bi pêşengiya Platforma Piştgiriya bi Kobanê re bi sedan kesên li Qada Galatasaray hatin gel hev, diyar kirin wê nehêlin şoreşa Rojava bê fetisandin. Girseyê dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo”, “Kobanê wê ji bo DAIŞ bibe goristan”, “Kurdistan wê ji faşîstan re bibe goristan”, “Hevalbendê qatil DAIŞ AKP ye”, “Ji bo serhildanê şer şer şer” gotin. Daxuyaniya li ser navê Platforma Piştgiriya bi Kobanê re berdevkê demê yê Plaftorma Şaxa KESK’ê Hidir Dogan xwend.
YEKEM BERPIRSÊ TIŞTÊN RÛ DIDIN AKP’YE
Dogan diyar kir diyar kir di serî de Tirkiye hêzên serwer ên dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin, bi her cure alîkariya didin hêzên hov ên DAIŞ ku du sal in dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin. Dogan got ku AKP yekane berpirsê hovîtiya îro li gundên Kobanê û tevayî xeta sînor çêdibe ye. Dogan nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî êrîşên li hember Kobanê jî da û wiha got: “Dema sibe dor hat we hûn ê ti kesî li rex xwe nebînin. Ji ber ku şer di nava me de ye. DAIŞ li her cihê Tirkiyeyê ye û yên destekê didin van çeteyan welat bi rê ve dibin.”
LI HACÎAMET POLÎSAN GULEYÊN RAST BI KAR ANÎN
Polîsan li hemberî girseya ku belav dibû bi ava şid û bombeyên gazê êrîş pêk anî. Girseyê jî bi fîşekên hewayî bersiv da van êrîşan, 5 kesên di nava wan de du yên temenê wan biçûk hatin binçavkirin. Li aliyê din ciwanên Kurd ên li taxa Dolapdere Haciahmet daketin qadan di navbera wan û polîsan de pevçûnên bi saetan berdewam kirin rû da. Hat hînbûn polîsan li hemberî ciwanên agir pêdadan û kevi avêtin guleyên rast bi kar anîn.