Li Taksîmê polîs êrîşî xwepêşandêran dike

Li Taksîmê polîs êrîşî xwepêşandêran dike

Polîsan êrîş bir ser mîtînga li Qada Taksîmê  ya li ser esasê kesên  di berxwedana Parka Gezî de jiyana xwe ji dest dane werin bîranîn û û careke din daxwazên piştevaniyê werin rojevê hat lidarxistin. Polîsên ku berê girseya li Qada Taksîmê kom bibû da Caddeya Îstîklalê li wir bi TOMA’yan û ava şid êrîşî girseyê kir. Xwepêşandêr dirûşmayên “Her cih Taksîm her cih berxwedan”, “Gaza bîberan oley” qîr dikin.