Li Sydneyê tecrîd û îxlalên mafan hate gotûbêjkirin

Li Sydneyê bi boneya Hefteya Mafê Mirovan panelek hate lidarxistin.

Li bajarê Sydney ê Avûstûralyayê Kurd û dostên wan, bi boneya Hefteya Mafê Mirovan a Cîhanê hatin ba hev. Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Avûstûralyayê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) li avahiya NCKD panelek hevpar lidar xistin.

Bi rêya Skype Seroka Wexfa Mafê Mirovan a Tikiyeyê (TIHV) Pipora Tiba Edlî Prof.Dr Şebnem Korûr Fîncandî tevlî panelê bû.

‘HER KESÊ KU AKP’Ê PIŞTGIRÎ NAKE DI REWŞA SÛCDE YE..’

Fîncancî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her kesê ne alîgirê AKP’ê be muameleya sûcdariyê li gel tê kirin, anî ziman ku akademîsyen, rojnamevan, nivîskar, siyasetmedar û hiqûqnas bûyerên dişibin Darbeya 12’ê Îlonê re rû bi rû ne.

Fîncancî diyar kir ku her diçe şideta li ser jinê zêde dibe, bibîr xist ku zext û êşkenceya li girtiyên li girtîgehan gihiştiya asta herî bilind û metirsîdar.

NERAZÎBÛN LI DIJÎ CPT’YÊ

Endamê Navenda Civaka Kurda Demokartîk a Elmanyayê (NAV-DEM) Tîmûr Xerzan jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a li hember tecrîdê da.