Li Swêdê hewlên naskirina qirkirina Enfalê

Li Swêdê hewlên naskirina qirkirina Enfalê

Parlementoya Swêdê di 11’ê adara 2010 qirkirinên li heberî Ermenî, Suryanî û Asuriyan qebûl kir. Niha jî xwe amade dike ku qirkirina Enfalê ya ku rejîma Seddam Huseyîn li hemberî Kurdan pêk anî û di encamê de zêdetirê 200 hezar Kurd jiyana xwe ji dest dan jî weke qirkirinê qebûl bike.

5 parlementerên Partiya Sosyal-Demokrat (SAP) a Swêdê pêşnûmeyek hevpar dan Parlementoyê û xwestin Enfal weke qirkirinê qebûl bike. Di pêşnûmeyê de tê diiayrkirin ku kampanyaya qirkirinê ya ku ji aliyê Seddam Huseyîn û Elî Hesen E-Mecîd ê ku weke “Elî Kîmeyewî” tê nasîn ve hatibû destpêkirin, bi armanca qirkirina Kurdên li Kurdistana Iraqê pêk hatiye.

Di navbera 23’yê sibat û 6’ê Îlona 1988’ê de di dema Enfalê de zêdetirê 182 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan, tevî jin û zarokan nêzî milyonek Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn û piraniya vana di kampan de hatin bicihkirin. Di pêşnûmeyê de wiha tê gotin:

“Tişta ku di salên 1914-18 de hate serê Ermenî û Suriyaniyan, ji aliyê Parlementoya Swêdê ve weke qirkirin hate qebûlkirin. Heman tişt hatiye serê Kurdan jî. Di dema Enfalê de 4 hezar gund, 2 hezar dibistan, 27 Dêrên Asuriyan hatin hilweşandin û şewitandin. Li nêzî 250 gund û bajarên Kurd lê dijîn gazên sînîr û senap ên kîmyewî hatin karanîn. Êrîşa herî mezin di 16’ê Adara 1988’ê de li dijî Helepçeyê pêk hat. Êrîşa herî mezin a dîroka nûjen pêk hat. 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û 10 hezar kez jî seqet bûn. Heta niha bandora fîzîkî ya vê êrîşê li ser gelek kesan heye.”

Di pêşnûmeya bi îzmeya Parlementerên Partiya Karker a Sosyal-Demokrat Shadiye Heydarî, Anna-Lena Sörensson, Arhe Hamednaca, Lars Johansson û Roza Guçlu Hedin de tê xwestin ku Enfal weke qirkirina li hemberî Kurdan bê qebûlkirin. Her wiha balê dikişînin ser girîngiya qebûlkirina qirkirinê û aşkerebûna rastiyan.

Pêşnûme dê di rojên pêş de li Parlementoya Swêdê bê gotûbêjkirin û dê biavêjin dengdanê.