Li Sûriyeyê mozaîkeke 1600 salî hate dîtin
Li naverasta Sûriyeyê mozaîkeke 1600 salî ya aîdî serdema Romayê hate dîtin. Ev mozaîk qet xera nebûye.
Li naverasta Sûriyeyê mozaîkeke 1600 salî ya aîdî serdema Romayê hate dîtin. Ev mozaîk qet xera nebûye.
Ev mozaîk 20 metre dirêj e û 6 metreyan jî fireh e. Mozaîk li Rastanê ya nêzî bajarê Humusê di binê avahiyekê de hate dîtin.
Ev mozaîk li ser şerê Trûva û Amazonê ye û tê diyarkirin di warê xwe de yek ji mînaka herî serkeftî û girîng e.
Piştî ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê şer dest pê kiribû û heta niha, dîtina vê mozaîkê wekî keşfa herî girîng a arkeolojiyê tê qebûlkirin.
Yek ji rayedarekî payebilind ê Midûriyeta Muze û Berhemên Kevn ê Sûriyeyê Hamman Saaed ji Assocîated Pressê re axivî û got “Ev tişt di temamî dinyayê de, keşfeke gelekî nadîde ye”.
Saad diyar kir di mozaîkê de qala xwedayê behrê yê Romayê Neptun û 40 dostikên wî dike. Di heman demê de mozaîk qala kuştina kralîçeya Amazonê Hîppolytayê dike ku Herkul ew kuştibû.