Li Stûttgartê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn
Li Stûttgartê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn
Li Stûttgartê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, çalakiya "Di kesayetiya Seyîd Riza de bîranîna hemû şehîdan" hat lidarxistin. Çalakiya ku Dêrsimî û dostên wan ên li Stûttgart û derdora wê beşdar bûn, li meydana Stadtmitte pêk hat.
Di çalakiyê de hat ragihandin ku wê hesabê Qirkirina Dêrsimê her bê pirsîn û bi findan sala 77. a nivîsandin, wêneyekî mezin ê Seyîd Riza hat vekirin.
Di axaftinên li çalakiyê de, qetilkirina Seyîd Riza û Qirkirina Dêrsimê hat şermezarkirin.
Di çalakiya ku hat gotin, "Em dewleta Tirk a ev qirkirin kiriye lanet dikin" de hat ragihandin ku qirkirina li Dêrsimê di salên 37-38'an de hat kirin, hînê dewam dike.