Li Stûttgartê daxwaza azadiya Ocalan hat kirin

Bi hezaran kesên li Stûttgartê li hev civiyan, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Meşa "Azadî ji Ocalan re" ku ku ji aliyê Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ve tê organîzekirin, îsal li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi şiyara "Serî hilde" hat kirin.

Bi hezaran kesên ku tevî serma û seqemê beşdarî çalakiyê bûn, ji stasyona navendî ya Stûttgartê dest bi meşê kirin.

Çalakgeran dirûşmên "Ji bo azadiya Serokatî serî hilde", "Azadî ji Ocalan re, azadî ji Kurdistanê re", "Kîne em? Apocî ne em", "Şehîd namirin" qîriyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa "Bila dewleta Elman qedexeya li ser PKK'ê rake", "PKK gel e gel li vir e", "Tolhildan û ji bo şoreşê serî hilde" vekirin.

Piştî meşê, li Marîaplatzê mîtîng hate lidarxistin. Li vê derê jî bi zimanên Kurdî û Elmanî ji bo azadiya Ocalan dirûşm hatin qîrîn.

HEZER: EGER EM LI BER XWE BIDIN, EM JI XWE BAWER BIKIN, EM Ê BI SER BIKEVIN

Parlamentera HDP'yî Tûba Hezer li mîtîngê axivî û got, "Li pêşberî me ferasetek heye ku tenê li xwe difikire, hemû hesabên xwe li ser şer, dizî û gendeliyê kiriye, heye. Tenê tirsek wan heye; ji destdana qesr û desthilatdariya xwe ye. Yê uk li dijî vê desthilatdarî û mêtingeriyê têdikoşe, gelê Kurd e." Hezer got, "Eger em li ber xwe bidin em ê bi ser bikevin, eger em ji xwe bawer bin, em ê bi ser bikevin. Ya ku em jê bawer dikin, rastî û heqîqet e."

'AZADÎ LI BER ME YE'

Hezer di dewama axaftina xwe de tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got, "Em ê bi pêşengiya jiyn û ciwanan bi ser bikevin. Me azadî û jiyaneke bi rûmet danîn pêşiya xwe. Li ser me bêrûmetiyê ferz dikin, lê çi dibe bila bibe em ê li dijî vê ferzkirinê bi ser bikevin."

KOÇ: HETA RÊBER APO AZAD BIBE...

Hevserokê KCDK-E Yuksek Koç piştre axivî û got, "Em tenê tiştekî dibêjin. Ew jî; 'Bijî Serok Apo, Bijî Serok Apo! Bila dost û dijmin her kes baş bi vê zanibe. Ew ne tenê rêberê gelê Kurd e, ew rêberê tevahiya Rojhilata Navîn e. Rêberê neteweya demokratîk e. Ciwanan bi çalakiyên xwe careke din îspat kirin ku heta Rêber Apo azad bibe her der wê ji bo me qada çalakiyê be."

NERAZÎBÛNA LI HIKUMETA ELMAN

Koç bal kişand ser hevkariya Merkel-Erdogan û got, "Bila hikumeta Merkel bi vê baş zanibe; bi qedexe û zextê wê nikaribe tevger û têkoşîna azadiyê têk bibe. Yên ku DAIŞ qedandin YPG û YPJ ne. Felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ye. Dewleta Elman jî durûtiya xwe nîşan da û hewl de al û nasnameya me qedexe bike. Lê belê vîna gelê Kurd wê destûra vê nede."

Meş û mîtînga ciwanan bi stranên Seyda Perînçek û govendê bi dawî bû.