Li Strasbourgê sibe meşa 9’ê Cotmehê

Li Strasbourgê sibe meşa 9’ê Cotmehê

Kurdistaniyên li bajarê Strasbourga Fransayê jiyan dikin, komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê dê bi meşekê protesto bikin.

9’ê Cotmehê 14’mîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Sûriyeyê derket, dê li bajarê Strasbourg yê Fransayê bi meşekê bê protesto kirin.

Meşa ku dê sibe di demjimêr 13.00’an li Place Austerlitz ya navenda bajar destpê bike, dê heta ber Konseya Ewropayê dom bike. Dê piştî serdana nobeta bi daxwaza ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya ji 25’ê Hezîranê ve destpê kir, çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê bidawî bibe.