Li bajarê Franse Strasbourgê, bi boneya piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor a li girtîgehan hatine destpêkirin, dê du rojan greva birçîbûnê bê lidarxistin.
Li gorî agahiyên hatine lidarxistin, dê biboneya piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya ku bi daxwazên akirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 42 roj in berdewam dikin, dê li Strasbourgê du rojan greva birçîbûnê bê lidarxistin.
Greva birçîbûnê dê roja çarşemê saet di 10.00 de li Qada Klereyê bê lidarxistin. Grev dê bi beşdariya 5 kesan pêk bê û roja pêşşemê jî bi dawî bibe.