Li Stockholm'ê 'Şehîdên Kobanê' hatin bibîranîn
Li Stockholm'ê 'Şehîdên Kobanê' hatin bibîranîn
Li Stockholm'ê 'Şehîdên Kobanê' hatin bibîranîn
Di kesayetiya têkoşerên YPG'ê Mûhammed Şik (Rênas Karas) û Îlyas Ayaz (Aram Tîgran) ên li Kobanê di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan de, hemû cangoriyên Kobanê li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê li Komeleya Çanda Kurd a Stockholmê hat lidarxistin û nêzî 100 Kurdistanî beşdar bûn. Xizmên cangoriyan di axaftinên xwe yên li bîranînê de bal kişandin ser girîngiya cangoriyan ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd.
Merasîma ku xizmên Çetîn Saçik (Rizgar) ê PKK'yî yê di sala 1998'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da jî amade bû, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê, destpê kir.
Latîf Cebe ku bi xwe jî xizmekî cangoriyan e anî ziman, ku di nava du mehan de li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê gelek şervanan jiyana xwe ji dest dane, lê belê van cangoriyan bi wêrekî û biryardariya xwe, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û planên têkbirina Kobanê pûç kirine.
Cebe diyar kir ku di encama lehengiya ciwan û cangoriyên Kurd ên bi çekên sivik li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên bi çekên giran şer kirin û bi ser ketin, hêzên emperyalîst neçar mane teslîm bibin û helwestê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê nîşan bidin.
BERXWEDANA KOBANÊ DAXWAZA KURDAN A YEKÎTÎ Û TÊKOŞÎNÊ NÎŞAN DA
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Swêdê Ayşe Goktepe jî da xuyakirin, ku ew ji ber windahiya zarokên leheng ên gelê Kurd gelekî diêşin, lê di heman demê de vê berxwedanê, daxwaza yekîtî, yekgirtin û têkoşînê ya gelê Kurd nîşanî tevahiya cîhanê daye.
Goktepe da zanîn ku tevgera Kurdistaniyan a li gelemperiya cîhanê ji bo Kobanê û tevlîbûna ciwanan li nav refên YPG'ê nîşan dide, ku gelê kurd ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi lehengî şer dike, wê ti carî têk neçe û têkoşîna xwe ya azadiyê bi serketinê tacîdar bike.
Dayika Mûhammed Şik Rûkiye Şik bi rêya telefonê beşdarî civîna bîranînê bû û anî ziman ku kurê wê cangoriyê tevahiya Kurdistan û gelê Kurd e û ew pê serbilind e.
Di merasîma bîranînê de hunermenda Kurd Sîdar Yîgît derket ser dikê û stranên xwe ji bo cangoriyên Kurdistanê got. Merasîma bîranînê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.