Li Stenbolê zarokek hate girtin

Li Stenbolê zarokek hate girtin

Li gelek navçeyên Stenbolê di bin navê doza “KCK'ê" de polîsan operasyon pêk anîbû û 20 kes binçavkirin bûn. Ji 20 kesên hatin binçavkirin 3 jê zarok 8 kes serbest hatin berdan û zarokek jî hate girtin. Îfadeya 11 kesan jî hêj li Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê didome.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê di 15'ê gulanê de li navçeyên Esenyurt, Beylîkduzu û Avcilarê di bin navê doza KCK'ê de bi ser gelek malan de girtin û 4 jê zarok 20 kes binçavkirin. Ji 20 kesên hatin binçavkirin 4 jê zarok 9 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Li Dadgehê 3 jê zarok 8 kes serbest hatin berdan û zarokek hate girtin. Lepirsîna 11 kesan jî didome.