Li Stenbolê 9 kes hatin destgîrkirin, yek jê rojnamevan e
Li gelek bajaran serdegirtina malan hate kirin ku ji Stenbolê hate birêvebirin. Di encamê de 9 kes hatin destgîrkirin ku yek jê rojnamevan e.
Li gelek bajaran serdegirtina malan hate kirin ku ji Stenbolê hate birêvebirin. Di encamê de 9 kes hatin destgîrkirin ku yek jê rojnamevan e.
Di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin gelek kes hatin destgîrkirin.
Li Stenbol, Enqere û Edeneyê serdegirtin li gelek malan hate kirin. Di encamê de endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst (SGDF), Meclîsa Jinê ya Sosyalîst (SKM) û ji Ajansa Nûçeyan a Etkîn Elîf Baybûrt jî di nav de herî kêm 9 kes hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Sedema destgîrkirinê nehate eşkerekirin.
Nav kesên hatin destgîrkirin bi vî rengî ne: Denîz Aşe Akşar, Elîf Baybûrt, Tanya Kara, Okan Danaci, Senem Pektaş, Bîrkan Polat, Denîz Bahçecî, Can Papîla, Devrîm Bariş.