Li Stenbolê 9 ciwan hatin girtin

Ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtal ên têkildarê şehîdên şerê li dijî DAÎŞ’ê li Kobanê, û gotinên di eleyhê wan de, 6 endamên ESP, SGDF û SKM’ê li Stenbolê hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsînê de ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dike, 12’ê Adarê polîsan li Stenbol, Enqere û Edeneyê girt bi ser gelek malan de û endamên Meclîsa Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst (SGDF), Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) û Elîf Baybûrt ku xebatkara Ajansa Nûçeyan a Etkînê ya jî di nav de, 11 kes destgîr kirin.

Kesên ku destgîr kirin birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê û heman rojê biryara nepenîbûnê dan ser dosyeyên wan.

Hat zanîn ku ciwanên hatine girtin, ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtal ên têkildarê Sûphî Nejat Agirnasli, Îvana Hoffman ku li Kobanê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûn û gelek şervanên ku di şerê li dijî DAÎŞ’ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne, tên sûcbarkirin.

Kesên ji ber beyanên Berfîn Ayirkanê tên sûcbarkirin, bi ser de bi “endamtiya MLKP’ê“ hatin sûcbarkirin. Lê kesên destgirî bertek nîşan da ku çima hatine girtin û mafê xwe yê “neaxavtinê“ bi kar anî.

Kesên destgîrkirî ji bo derbixin pêşberê dozgeriyê, birin Edliyeya Stenbolê ku li Çaglayanê ye. Rojnamevan Elîf Baybûrt û Bariş Yilmaz jî ku hatibûn destgîrkirin, piştî kar û barê li dozgeriyê, bi şertê serbestiya bi kontrola edlî ji bo bên berdan sewqê Dadgeriya Silh û Cezayê hatin kirin, 9 kesên din ên destgîrkirî ji bo bên girtin, sewqê dadgeriyê hatin kirin. Alev Ozkîraz, Bîrkan Polat, Can Papîla, Denîz Bahçecî, Okan Danaci, Ozge Dogan, Senem Nûr Pektaş, Şukran Yaren Tûncer û Tanya Kara, îfadeyên Ayirkanê yên di der heqê wan de hincet hatin nîşandan û hatin girtin.