Li Stenbolê 6 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin

Li Stenbolê 6 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin

Li Stenbolê polîsên AKP’ê di ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de, 6 xwendekarên Zanîngeha Marmarayê binçavkirin.

Hate zanîn ku, serê sibê yekîneyên midûriyeta polîsên AKP’ê li Stenbolê di ser gelek malên xwendekarên zanîngehêde girt. Polîsên AKP’ê di serdegirtina malên xwendekaran de 6 xwendekar binçavkirin. Polîsan xwendekarên Fakulteya Hiqûqê Ercan Acar, yê Rehberî û Piştevaniya Derûnî Sabrî Karakaya, Mamosteyê Zanyarên Civakî Deniz Yeşil, Perwerdeya Taybet Gokhan Kiliç û Firat Gungormuş, Mamosteyê Cografyayê Silêman Kiliç binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê. Xwendekar hefteyaborî jî rastî tundî û êrîşa ulkucuyan hatibûn.