Li Bagcilarê 3 wesayît ji aliyê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar ve hatin şewitandin.
Li gorî agahiyên ku hatine giritn, duh şev 3 wesayîtên li Kolana Marmara ya Taxa Kemal Paşa ya Bagcilara Stenbolê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar benzîn rijandin ser û agir pêxistin. Welatiyan bi satilên avê agirê bi wesayîtan ve vemirandin. Piştî wê yekîneyên îtfayê hatin cihê bûyerê û wesayît cemidandin. Di derbarê şewitandin wesayîtan de lêpirsîn hate destpê kirin.