Li Stenbolê 20 xwepêşandêr bi lêdanê hatin destgîrkirin

Li Stenbolê 20 kesên ji ESP, SGDF û Kaldiraç ên çalakiya şermezarkirinê lidar xistin, bi lêdanê hatin destgîrkirin.

Endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst (SGDF) û Meclîsa Jinê ya Sosyalîst (SKM), li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê li hev kom bûn.

Çalakgeran xwestin ku kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di 12'ê Adarê de hatin destgîrkirin, bêne berdan.

Di çalakiyê de ku endamên Kaldiraç û Komeleyên Ciwanên Şoreşger jî piştgirî dan, pankarta bi nivîsa "Destgîrkirin nikare bi ciwanan, em ê bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî hesab bipirsin" hate hildan.

Li pêşiya edliyeyê tim û tim dirûşmên "Destgîrkirin nikare bi ciwanan" hatin qîrîn û polîsan dor li çalakgeran girtin.

Her wiha rojnamevanên ku çalakî dişopandin ji herêmê hatin dûrxistin.

Polîsan piştre êrîş birin ser girseya gel û derdora 20 kes bi lêdanê destgîr kirin.