Li Stenbolê 12 endamên DAIŞ'ê hatin berdan

Li Stenbolê, 12 kesên ji doza DAIŞ'ê girtî bûn hatin berdan.

Rûniştin duh li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Parêzerên 31 bersûcan, ku 17 jê girtî ne, xwestin bersûc bên berdan.

Heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û hikum da ku 5 kes girtî bimînin û 12 kes bi şertê derketina derveyî welat li wan qedexe be û îmzeyê bide, bê berdan.

Beriya niha li Konya û Antalyayê, gelek bersûcên DAIŞ'ê ji aliyê dadgehên Tirk ve hatibûn berdan.