Di operasyonên di bin navê "KCK" de li Stenbol û Mêrsînê pêk hatin de li 14 kes hatin girtin. Li Stenbolê 1 jê zarok 7 kes hatin girtin, li Mêrsînê jî 4 jê zarok 7 kes hatin girtin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê di 15'ê gulanê de li navçeyên Esenyurt, Beylîkduzu û Avcilarê di bin navê doza KCK'ê de bi ser gelek malan de girtin û 4 jê zarok 20 kes binçavkirin. Duh ji 20 kesên hatin binçavkirin 4 jê zarok 9 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Li Dadgehê 3 jê zarok 8 kes serbest hatin berdan û zarokek hate girtin. 11 kesên din jî îro 3 kes li midûriyetê serbest hatin berdan û 8 kes jî sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 8 kesan 2 kes li dadgehê hatin berdan û Şukran Arvas, Burhan Kisak, Erdal Guzelgul, Mesut Karçık, Metin Tolun û Unal Yildiz, jî bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî ji 9 kesên hatin binçavkirin jê 4 zarok 7 kes bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" û "Li ser navê rêxistinê propaganda kirine" hatin girtin.