Li sînor zincîra ji mirovan
Li sînor zincîra ji mirovan
Li sînor zincîra ji mirovan
Li gundên Mehser û Miseynterê yên nobeta berxwedanê didome bi zincîra mirovan berxwedana Kobanê û 36. salvegera damezirandina PKK’ê hate silavkirin.
Li Kobanê berxwedana YPG û YPJ’ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di roja 73. de ye, li sînor jî çalakiyên berxwedanê didomin. Li gundê Mehser û Miseynterê yên nobeda berxwedanê didome bi çalakiya zincîra ji mirovan berxwedana Kobanê û 36’emîn salvegera damezirandina PKK’ê hate silavkirin.
Li gundê Mehserê bi sedan kesên ku di zincîra ji mirovan de hatin cem hev berê xwe zivirandin Kobanê. Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û bi dirûşmên “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” “Bijî berxwedana Kobanê” berxwedana dîrokî hate silavkirin û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Bijî PKK” jî 36’emîn salvegera damezirandina PKK’ê hate silavkirin.