Li sînor tevî baranê zincîra ji mirovan hat avakirin

Li sînor tevî baranê zincîra ji mirovan hat avakirin

Li gundê Miseynter ê leşkeran kon rakirin, zincîra ji mirovan hat avakirin. Tevî hewaya sar û baranê jî welatiyan zincîra mirovahiyê ava kirin, berê xwedan Kobanê û berxwedan silav kirin.

Çalakiya berxwedanê ya li gundê Mehser û Miseynterê ku nobeta berxwedanê lê tê girtin didome. Li gundê Miseynterê yê leşkerên Tirk du rojan li ser hev gund dorpêç kir û kon rakirin, zincîra mirovahiyê hat avakirin. Welatiyan tevî hewaya sar û baranê jî destê hev girtin û zincîr ava kirin, dirûşm berzkirin û sirûd xwendin. Gel diyar kir ku heta Kobanê bi giştî azad bibe wê nobeta xwe bidomînin.

Li aliyê din jî welatiyên duh êvarê ‘Kursiya gel avakirin’ berxwedana Kobanê nîqaş kirin.