Li sînor pîrozbahiya 27’ê Mijdarê

Li sînor pîrozbahiya 27’ê Mijdarê

Dayikên Aştiyê ku li xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê di çalakiya nobetê de bûn 36’emîn salvegera PKK’ê pîroz kirin.

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji Êlih, Şirnex, Dîlok û Stenbolê hatin xeta sînor û tevlî çalakiyên berxwedanê bûn, li gundê Mehser ku nobet lê digirtin daxuyaniyek dan çapemeniyê û 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Di daxuyaniya ku li gundê Mehserê hat kirin de pankarta ‘Berxwedana bi rûmet a dayikên aştiyê wê aştiyê bîne hemû Rojhatila Navîn’ vekirin û her wiha dirûşmên ‘ Şehîd namirin’, ‘jin jiyana azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Li ser navê Dayikên Aştiyê Meyaser Akdag salvegera damezirandina PKK’ê ku di 27’ê Mijdara 1978’an de hat îlankirin pîroz kir û her wiha berxwedêrên Kobanê jî silav kir.

Akdag got: “Ev gel û em dayik heta dawiya dilopek xwîna me em ê vê têkoşîna xwe ya bi rûmet bimeşînin. Em ê hemû xwînmêjên ku êrîşên qezencên me dikin lanet dikin. Li welat aştiyeke mayînde di azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re derbas dibe.”

Dayikên aştiyê piştî daxuyaniyê nobeta xwe ya li sînor didomînin.