Li Sîncanê 'mewzûat' ji bo generalan ne derbasdar e

Li Sîncanê 'mewzûat' ji bo generalan ne derbasdar e

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ku bi pêkanînên xwe yên balkêş ji rojevê dernakeve û her tim xwe dide pişt ‘Mewzûatê’ zîrekbûna xwe bi fêrbûneke xwe ya nû da xuyakirin. Rêveberiya girtiyên siyasî bi hinceta ku di heman dosyayê de tên darizandin di hucreyekê de nahêlin û bi zorê ji hev vediqetînin. Lê ya balkêş ev ku îdareyê generalên darbekar yê 28’ê sibatê ji hev veneqetand.

Îdareya Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ku bi sosretiyên xwe ji rojevê dernakeve, zîrekbûna xwe dîsa nîşandan. Îdareya girtîgehê bi hincetek sosret got: “Girtiyên ku di heman dosyayê de tên darizadin nekarin di huncreyekê de bimînin di 30’ê adarê de girtiyên siyasî yên k udi hucreyên A-27, A-32, B1-45, B1-50, B2-57, B2-61’ê de diman bi zarokê li hucreyên din belav kirin. Lê ya balkêş ev bû ku generalên darbekar yê 28’ê sibatê ji 18 heb bûn, sê bi sê li hucreyên hatin valakirin hatin bicihkirin.

Girtiyê bi navê Denîz Bakir û Cîhan Karaçol ji xizmên xwe re nameyek şandin û di nameyê de diyar kirin ku îdareya girtîgehê hevalên wan bi erdê re kaş kirine û heqaretê mezin li wan kirine.

Di nameyê de wiha hate gotin: “Piştî ku hevalên me derbasî xweparastinê bûn rastî êrîşê hatin. Her wiha hevalên ku ji heman dosyayê tên darizandin nekarin bi hev re biaxivin jî. Yanî mafê axaftinê jî bi awayekî fîîlê ji holê rabûye. Van êrîşan wekî ku li gorî ‘Mewzûatê ye’ diparêzin. ‘Mewzûat’ û ‘Ewlehî’ wekî hevîrê lîstikê li pey xwe dikişînin. Ji bo hemû pêkanînên keyfî veşêrin bi kar tînin. Lê ji bo derbekaran pêk nayê. Piştî darbekar hatin binçavkirin, îdareyê qawiş vala kirin û paqij kirin. Her wiha ligel ku roja şemiyê kantîn jî girtine, ji bo wan hate vekirin. Serbazên ku hatin girtin sê bi sê li hucreyan hatin belavkirin. Lê îşkence li girtiyên siyasî kirin. Mafê me ji me girtin. Dema me ev ji îdareyê pirsî gotin; em ji bo ewlehiyê wisa dikin. “

DEMOKRATBÛNA AKP’Ê EVQAS E!

Bakir û Karaçol feraseta demokrasiyê ya hikûmeta AKP’ê rexne kir û wiha gotin: “Bingeha gotinên demokratbûna pêşketî, welatparêzî û şoreşgeriyê ew e ku li hemberî muxalîfan bi her riyê zilm û zextan bikin. Divê Mewzûat û Ewlehî rabe û ji bo girtiyan şert û mercên baş bên afirandin. Divê dawî li vê durûtiyê bînin. Ji bo serbazên derbekar mewzuat nayê bicihanîn. Divê mafên esas yên wekî axaftin, serdan û mafên civakî yên din bê dayîn û newekehevî neyê kirin.”