Li Silopiyê serdanên gundan: Bêyî Kurdan kes nikare gaveke biavêje
Di çarçoveya pêngava ‘Dema azadiyê de’ HDP’yî çûn serdana gundên Silopiyê.
Di çarçoveya pêngava ‘Dema azadiyê de’ HDP’yî çûn serdana gundên Silopiyê.
Di çarçoveya pêngava ‘Dema azadiyê de’ HDP’yî çûn serdana gundên Nêwana, Salatînê, Kurtik ên Silopiya Şirnexê. Çalakgerên TJA’yê parlementerê Şirnexê yê HDP’ê Hasan Ozguneş, Hevseroka bajêr Sabûka Akdag, Hevşarearera Silopiyê Adalet Fîdan û endamên HDP’ê tevlî serdanê bûn. Gel li gundê Kurtikê bi tilîliyan heyet pêşwazî kir û heta qada gund meşiya.
Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş di hevdîtinê de bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ozguneş got “Êdî gelê Kurd li Rojhilata Navîn bû xwedî hêz. Divê em jî xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Derewên hikumetê îfşa bû û êdî tu kes ji wan bawer nake. Hemû kesan dît ku bêyî Kurdan tu gav nayê avêtin. Di vê hilbijartinê de jî wê desthilatdarî biçe û serfirazî bibe ya gel.”
Heyet çû serdana gundên Nêwana û Salatînê û li pirsgirêkên gel guhdarî kir.