Li gorî nûçeyên di çapemeniya Ereban de belav dibin, muxalîfên çekdar ên Sûriyeyê bi rêya Tirkiyeyê têne çekdarkirin. Li gorî vê, sê kesên ku bi koordînasyona Artêşa Azad a Sûriye û El Qaîdeyê ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Sûriye dibûn, hatin girtin. Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) Bûrhan Xeliyûn ragihand ku hin welatan ji bo çekdarkirina Artêşa Azad a Sûriyeyê soz ji wan re dane. Endameke din ê KNS’yê ragihand ku ew ê bi rêya keştiyan li ser Tirkiyeyê re çek bişînin Sûriye.
2 jê Tûnisî û yê din jî ji Lîbyayê ye. Li gorî îfadeyên her sê kesan ên di kanala dewletê ya Sûriyeyê de hatin ewşandin, bi koordînasyona komên çekdar ên El Qaîde û Artêşa Azad a Sûriyeyê di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûne.
Ji kesên hatine girtin Fahd Fureytes ê ji Lîblyayê, di sala 1991 li bajarê Binxaz yê Lîbyayê hatiye dinê û beşdarî tugaya El Qaîlde ya bi navê Sû Selîm a ji ji aliyê Ebu Deccane ve tê rêvebirin bûye û got ku wî li dijî rejîma Qeddafî şer kiriye.
Fûreysets diyar kir kul i ser pêşniyara kesê bi navê Ebû Muhammed hatiye Sûriyeyê û bi rêya rêveberên El Qaîdeyê gihiştiye hêza çekdar a Artêşa Azad a Sûriyeyê û diyar kir ku ev kesê navborî peywendiyên di navbera El Qaîde û Artêşa Azad a Sûriyeyê de çêdike.
Kesek din ê Tûnisî bi navê Ûsame Mûxtar Hezlî jî diyar kir ku ew jî di dema şoreşa li Lîbyayê de tevlî nava tûgaya el Qaîde ya li Lîbyayê Bû Selîm bûye û pitşre jî ew hevalek xwe yê bi navê Riza, hatine Tirkiyeyê, li Antaqyayê endamên El Qaîdeyê re hevdîtin pêk aniye û ji wir jî beşdarî Artêşa Azad a Sûrî bûye.
LI SER TIRKIYEYÊ RE KEŞTIYA JI ÇEKAN TIJE
Li aliye din jî, di civînek a Konseya Neteweyî ya Sûriye ya li Romayê pêk hat de, Bûrhan Xelyun piraniya dengan wergirt û bû serokê konseyê. Hate zanîn ku gelek komên muxalîf ji konseyê cûda bûn. Xelyun binketina xwe ya li Sûriyeyê îtîfar kir û diyar kir ku ew nêzîkê Birayên Misilman e.
Xelyun diyar kir ku ew ê ji bo çekdarkirina Artêşa Azad a Sûriyeyê pêngav biavêjin û diyar kir ku hin welatan ji bo dayîna çekan soz ji wana re dane. Endameke din ê konseyê ragihand ku ew ê bi rêya Tirkiyeyê kêştiyek ji çekan tije bişînin Sûriyeyê.
Ji aliyek din ve, li gorî rojnameya Washington Post a Amerîkayî da xuyakirin ku muxalefeta çekdar a li dijî rejîma Beşar Esad niha bûye xwediyê çekên nû ku bi wan bikaribe li hemberî hêzên rejîma Sûriyeyê bêtir li ber xwe bide. Li gorî agahiyên rojnameyê ji hin rayedarên hikûmeta Amerîkayê û hin muxalifan wergirtiye, bi alîkariya madî a hin dewletên Kendavê û bi alîkariya Amerîkayê ev alîkariyên nû ji muxalefeta Sûriyeyê re tên kordînekirin.