Li ser sînorê Kobanê PDK hat protestokirin, cenaze hatin xwestin
Meclîsên Dayikên Aştiyê yên Riha û Amed li ser sînorê Kobanê hatin gel hev, piştgirî dan malbatên ku ji bo wergirtina cenazeyên xwe nobetê digirin û PDK şermezar kirin.
Meclîsên Dayikên Aştiyê yên Riha û Amed li ser sînorê Kobanê hatin gel hev, piştgirî dan malbatên ku ji bo wergirtina cenazeyên xwe nobetê digirin û PDK şermezar kirin.
Hêzên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê di operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên derveyî sînor de cihê xwe digire di kemîna ku 28-29’ê Tebaxê li herêma Xelîfanê danîbû 5 gerîlayên HPG’ê şehîd xistibû û yek jî bi birîndarî sax xwe gihandibû hevalên xwe. Hêzên PDK’ê ku dest daniye ser cenazeyên gerîlayên HPG’ê ev 87 rojin nade malbatên wan.
JI PDK’Ê RE: ÊDÎ BESE!
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Riha û Amedê ji bo piştewaniyê bidin çalakiya nobetê ya malbatên şehîdan ev 50 rojin bi daxwaza radestkirina cenazeyên wan li deriyê Sêmalka didomînin, li ser sînorê Kobanê hatin cem hev. Çalakî li Taxa Kobanê ya Pirsûsê ku dikeve ser sînorê Kobanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de dayikan pankarta li ser hatibû nivîsandin “Zarokên parastvanên gelê xwe, ne bêxwedîne, destên xwe yên qirej ji ser zarokên me rakin" vekirin.
Li ser navê Dayikên Aştiyê dayika Hadle Ogûr axifî û got ku ew ji bo piştgiriyê bidin dayikên ku li Sêmalka nobetê digirin li ser sînorê Kobanê hatine cem hev. Ogur diyarkir, “Em ji PDK’ê re dibêjin êdî bes e. Cenazeyên zarokên dayikan bidin. Em li pişta dayikan in. em hemû Kurd in, destên xwe ji vê xwîna Kurdan vekişînin.”
Piştre Wekîla HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bibîr xist ku ew di hefteya 25’ê Mijdarê de ne û got, “Êrişên li ser jinan li her derê didomin. Dayik jî bi wan êrişan re rû bi rû dimînin. Dayikên Kurd ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe li Deriyê Sêmalka nobetê digirin. Cenazeyên zarokên xwe dixwazin.”
“DESTÊN XWE Jİ XWÎNA ZAROKÊN KURDAN BİKİŞÎNİN”
Surucu bang li Malbata Barzanî û PDK’ê kir û xwest ku demildest dest ji siyaseta dijminatiya Kurdan berde û wiha axaftina xwe domand, “Êdî destên xwe ji xwîna zarokên Kurdan bikişînin. Navê xwe bi rengê bêrû da nava dîrokê de ne nedin nivîsandin. Cenazeyên zarokên dayikan bidinê. Em ji deriyê Murşîtpinarê dibêjin ku emê bi pêşengiya jinan vî pergal û sîstemî biguherînin. Emê bi hêza me ji paşerojê girtî emê serbikevîn. Bijî yekîtiya netewî.”