Li Semsûrê erdhej mîna ku duh qewimiye

Semsûr piştî erdhejê ji lehiyê jî bandor bû û hîna jî konteyner lê nîn e. Konbajarên AFAD’ê daniye jî di bin lehiyê de man.

Piştî erdhejê 40 rojan ji ber barana zêde li Riha, Semsûr û Meletiyê lehî rabû. Ji Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îzzet Karadag ku li Semsûrê ye, ji ANF’ê re axivî.

Îzzet Karadag diyar kir ku bi taybetî herêma konbajarên AFAD’ê di bin avê de man û wiha got: “Lehiyek dijwar rabû û hîna dibe ku baranek zêde bibare. Bi taybetî konên ku AFAD’ê daniye yanî yên li herêma başûrê Semsûrê di bin avê de man. Hîna jî av nayê dayîn. Ev du roj in, qet av nîn e. Her  alî hîna di bin heriyê de ye. Hat gotin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî winda bûne. Hîna ev kes nehatine dîtin. AFAD gelek bi sînordar dixebite.”

LI SEMSÛRÊ KONTEYNER NÎN E

Beriya lehiyê me rewşa Semsûrê ji Karadag pirsî û wiha bersiv da: “Bi lehiyê re jiyan du qat zehmetir bû. Karesatek duyemîn qewimî. Tevî ku 40 roj li ser erdhejê re derbas bûn, mîna ku erdhej duh qewimî. Kavil mîna xwe ne. Beşek mezin ê bajêr ji sedî 70’ê koç kir. Li aliyê din jî konteyner hîna nîn e.”

ALÎKARÎ KÊM BÛN

Dewlet hîna jî li Hatay û Îskenderûnê konan desteser dike û kesan destgîr dike. Îzzet Karadag ev tişt got: “Di rojên yekem ên erdhejê de zext li ser xwediyên depoyên ku me bi kar dianî, hat kirin. Em jî neçar man ku wan depoyan vala bikin. Me depoyên nû çêkirin. Polîsan li wir jî timî meyze dikir û carna dihatin ev pirs dikirin, ‘Hûn kî ne, çi dikin?’.

Sê qadên konan hene ku em weke HDP bi Komeleya Pîr Sûltan Abdal re xebat lê dimeşînin. Li aliyekî jî hîna pêwîstî bi konan heye. Konên ku me temîn kirine, em digihînin kesên pêwîstî pê heyî. Pêwîstî bi avê jî heye. Em carna yek tir av, carna jî du tir av tînin. Tevî vê yekê jî ev têr nake. Ji derveyî me pir kêm organîzeyên din avê tînin. Alîkarî jî hingî diçin kêm dibin. Divê ev yek jî bê zanîn. Hema bibêje êdî her sê 3-4 rojan carekê wesayîta alîkariyê tê. Alîkarî divê li qada krîzê were kirin. Piştî wê jî dewlet vê yekê organîze dike, lê ew jî li holê nîn e.”