Li Saarbruckenê ji bo Ocalan kon hate danîn

Li Saarbruckenê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan konê agahkirinê hate danîn.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi mebesta ku balê bikişînine ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê agahdarkirinê hate vedan.

Kon bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate vedan. Di kon de bi sedan belavokên bi zimanên Elmanî û Fransî hatin belavkirin.

Konê agahdarkirinê  îro jî saet di navbera 16.00-20.00'an wê vekirîbe û çalakiya kon wê heta Pêncşemê bidome.