Li Rûsyayê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Kurdên li Moskowayê, berxwedêrên 14’ê Tîrmeha 1982’an a Rojiya Mirinê ya Mezin bi civînekê bi bîr anîn.
Kurdên li Moskowayê, berxwedêrên 14’ê Tîrmeha 1982’an a Rojiya Mirinê ya Mezin bi civînekê bi bîr anîn.
Kurdên li paytexta Rûsya Moskowayê, bi wesîleya salvegera 39'an a çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an civînek li dar xistin û berxwedêr bi bîr anîn.
Di bîranînê de nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Rûsyayê Reşad Bênav axivî û destnîşan kir ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li zîndanan îro li çar parçeyên Kurdistanê bi heman ruhî dom dike. Benav got: “Ruhê berxwedana ku 12’ê Îlona 1982’an li dijî cutaya faşîst hate raberkirin, heman ruh çawa ku di Şoreşa Rojava de bû îfadeya Şoreşa 19’ê Tîrmehê.”
Bênav diyar kir ku gelê Kurd bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê ruhê berxwedanê ava kir û wiha domand: “Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di Têkoşîna Azadiyê de gihşte bi hezaran, ruhê berxwedanê yê Rêber Apo bê navber da domandin.”
Ruhê berxwedanê yê PKK’ê 40 sal in bi heman hêzê didome, çawa ku 14’ê Tîrmeha 1982’an li dijî cutaya Kenan Evre li ber xwedan îro jî bi li dijî faşîzma AKP-MHP’ê berxwedanê dikin. Li zindana Amedê li dijî teslîmyet û êşkenceyê ruhê berxwedanê hate avakirin, bi boneya vê ruhê berxwedanê Têkoşîna Azadiyê giha roja îro. Têkoşîna Azadiya gelê Kurd bi ruhê 14’ê Tîrmehê jiya, têkoşînê dike.
Eger ku ruhê 14’ê Tîrmehê nebûna, wê ruhê berxwedana şoreşa 19’ê Tîrmehê derneketa. Ji bo yekîtiya gelê Kurd pêk were roleke girîng a vî ruhî yeye. Bi saya vî ruhî li çar parçeyên Kurdistanê ji bo hêzên Kurd bibin yek gavên mezin tên avêtin.”