Li Rojava yekem weqfa jinê hat avakirin
Li Rojava yekem weqfa jinê hat avakirin
Li Rojava yekem weqfa jinê hat avakirin
Yek ji damezrînera Weqfa Jinan a li Rojava hatiye avakirin Axîn Yakût, got: “Saziya me tenê xîtabî jin û civaka Kurd nake. Ji ber vê jî em xebateke anketê didin meşandin. Ji bo bi hemû pirsgirêkên jinan re eleqeder bibin, têbikoşin, afirînerî û jîrbûna jinê derkeve holê em ê xebatan bimeşînin. Armanca me ya sereke jin ev e ku jin di aliyê fikrî de pêş bikevin.” Yakût da zanîn ku wê navenda şêwirmendiya piştgiriya psîkolojîk jî hebe. Rêvebera Weqfê Sado jî da zanîn ku ji bo jin û zarok bi hev re dema xwe derbas bikin wê qadên civakî yên wekê park û kafeterya vekin.
Jinên li Rojava di her qada şoreşê de wek hêza rêxistinkirî cih digirin, li gel ewlehî û parastinê, di qada civakî de jî ber bi sazîbûnê de çûn. Jin bi armanca çareseriya pirsgirêka jinan hêsantir bike û bên perwerdekirin weqf ava kirin. Rêveber û damezarînera Weqfa Jinê Axîn Yakût hedef û xebatên xwe ji ANF’ê re vegot.
LIGEL NEYÊNIYAN EM Ê JIYANÊ NÛ BIKIN
Axîn Yakût diyar kir ku li Rojava di her qada civakê de divê pêşveçûn hebe, bi taybet jî divê xebatên ji bo jin û zarokan lezgintir bibe û wiha got: “Li gel nû ye jî weqfa me eleqeyek mezin dibîne. Di civakê de jin û zarok herî zêde pirsgirêkên psîkolojîk, aborî dijîn. Ev 4 sal e, li Rojava şer tê meşandin û herî zêde jin û zarok di bin bandora vê de dimînin."
Yakut bi lêv kir ku tevî hemû geşedanên neyênî, ew dixwazin jiyanê ji nû ve biafirînin û got: “Em dixwazin di aliyê fizîkî, psîkolojîk, aborî, tenduristî û çandî de rêxistinbûnê ava bikin."
WEQFA ME JI HEMÛ RENGAN AVA DIBE
Yakût destnîşan kir ku piştî amadekariyek demdirêj saziya xwe vekirine, rêveberiya wê ji 5 kesan pêk tê û xebat jî li beşên weke psîkolojî, tenduristî, çapemenî û dîplomasiyê veqetandine.
Yakut wiha got: “Rojava ji çand û baweriyên cuda ava dike. Saziya me tenê xîtabî jin û civaka Kurd nake. Ji ber vê em xebata anketek berfireh dimeşînin. Ji bo em bi pirsgirêkên jinan re eleqeder bibin, têbikoşin, em ê xebatên ku afirînerî û jîrbûna jinê derdixin holê bimeşînin.
EM AMADE NE KU BI HER JINÊ RE XEBATÊ BIKIN
Yakût da zanîn ku ji bo tiştên neyênî yên şer ji holê rabin divê jin bi hev re tevbigerin û got: “Her kesê xwedî îdîaya ku jiyanê xwe bike, dikarin bi me re bixebitin. Em dixwazin jinên ku hevzayendan xwe fêm dike, dikare perwerde bike derxin holê. Bi jinan re di aliyê fikrî de afirînerî ya herî girîng e. Bi vê fikrî re jin wê bikarin rê bidin jiyana xwe. Armanca me ya sereke ev e ku em jinê di aliyê fîkrî de pêş bixin. Her wiha ji bo îdamekirina jinê jî xebatên me hene.
EM DIXWAZIN PÊŞÎ LI TRAVMAYAN BIGIRIN
Yakût got ku aliyên herî zêde di bin bandora şer de mane jin û zarok in da zanîn ku ji bo di pêşerojê de zarok pirsgirêkan nejîn, projeyên wan ên piştgiriya psîkolojîk hene.
Yakût wiha berdewam kir: “Bi jin û zarokan re dibe ku travmayên mezin derkevin holê. Lê piştre travmayên mezin rû didin. Ji ber vê dê navendên me yên piştevaniyê ya piştgiriya psîkolojîk hebin. Em bi derfetên kêm xebatan dimeşînin. Bi avabûna derfetan re em difikirin ku li qadên berfireh belav bibin. Di pêşerojê de em ê li Efrîn û Kobanê jî vê xebatê bimeşînin.
Kreşên me yên ku perwerdeyê didin zarokên 1-6 salî wê hebin. Zarok wê bi çanda xwe bên perwerdekirin û tevî xebatên çandî wê perwerdeya têkiliya bi xwe re û civakê re bibînin.
SAZIYÊN JINAN DERMAN BIKIN WÊ HEBIN
Bi taybet em hedef dikin ku saziyên jin bi rehetî lê bên dermankirin, vekin. Ji ber ku jin carinan ji ber şerm dikin naçin doktor. Ji ber vê jî nexweşiya wan pêşde diçe. Em jî dixwazin pêşî li vê bigirin. Jin û zarok wê ji van saziyan fêdeyê bigirin. Wê di aliyê aborî de hêsan be.
QADÊN KU JIN Û ZAROK LÊ RÛNIN WÊ BÊN VEKIRIN
Rêvebera Weqfê Jînda Sado jî got ku xebateke bi vî rengî ya li Rojava ew xistine kelecanê û got: “Dema min proje dît ez gelek kêfxweş bûm. Ji ber ku ev proje li Rojava yekem bû. Xebatên Weqfê ji bo jinê şansek mezin e. Ji bo jin û zarokan wê qadên civakî yên weke kafeteryayê bên vekirin. Her wiha ji bo xebatkarên tendirustiyê jî wê perwerde bên dayîn.”