Li Rojava û Sûriyeyê protesteyên 15'ê Sibatê didome

Li Rojava û Sûriyeyê protesteyên 15'ê Sibatê didome

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê Tirbesipiyê, Minbic û li paytextê Sûriyeyê Şamê gelê kurd di salvegera 14.emin ya 15'ê Sibatê de çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Di van bajaran de ev peyam hate dayîn:

TİRBESİPYÊ: Li Bajarê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê rêxistina Yekîriya Star bi armanca şermezarkirina 15'ê sibatê civîna lidarxist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, piştre endama Yekîtiya Star Nûjîn Dêrik axivî. Dêrik komploya 15'ê sibatê ya li dijî Rêberê gelê kurd Ocalan şermezar kir û got'' em soz didin Serok Apo û hemû şehîdan ku emê li ser fikr û felsefeya rêber Ocalan bimeşin û emê hewldanên komplogeran vala derxin''.

Serokê Meclisa Tirbesipiyê Nûrdel Dîn şakir axivî û diyar kir ku gerek gelê kurd li ser fikr û felsefeya Ocalan kar û xebatê xwe dewam bike. Her wiha di civînê de nûnerên PYD'ê, saziya malbata şehîdan, saziya zimanê kurdî, konfedresyona xwendekarên welatparêz, Yekîtiya Mamosteyan û saziya çand û hunerê di civînê de axivîn û komplo şermezar kirn.

ŞAM: Li taxa Zorava ya  paytexta Sûryê Şamê ku piraniya şîniyên wê kurdin, bi sedan kurdistanî tevî hemû zehmetiyên jiyanî û ewlekariyê jî, bi armanca şermezarkirna 14'emîn salvegera 15'ê sibatê mîtingek lidarxistin,

Mîting bi seqeyeke rêzgirtinê destpêkir piştre endamê Tevgera Civaka Demukratîk(TEV-DEM) D. Merdem axivî û diyar kir ku ji ber dewam kirina gelê kurd li ser fikrê Ocalan û xwedî derketina li Felsefeya Ocalan pîlan biserneket. Her wiha Merdem dazanîn ku ewê heta dawî li ser fikir û felsefeya Ocalan bimeşin û xebata xwe heta azadiyê bidomînin.

Piştî Merdem endamê Encûmanî Niştimanî kurdî Mislih Edîb axivî û got '' Ocalan rêberê melyonê kurdane û em wek Encûmana Niştimanî kurdî xebatên Ocalan dinerxînin û emê heta dawiyê ji bo yekîtiya kurdan kar û xebatên xwe bidomînin''.

Her wiha di mîtinê de nûnerên Yekîtiya Star Newroz Xelîl, endamê Partiya Dîmukratîk a Pêşverû ya kurd Ra'id Emîn, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Kîfah Mistefa û navenda Osman Sebrî Şêrzad Osman axivîn  û salvegera 15'ê sibatê şermezar kirin.

MINBIC: Li bajarê Minbic a Helebê rêxistina Yekîtiya Star bi armanca şermezarkirna 14 emîn salvegera 15'ê sibatê civîna jinan lidarxist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştre endama Yekîtiya Star Peyman Ehmed axivî û komploya 15'ê sibatê şermezarkir. Herwiha Ehmed dazanîn ku komplo ji aliyê gelek hêzên rojavayî hate lidarxistin lê ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan berxwedaneke bêhempa nîşanda komploya pîlangeran vala derket. Herwiha Ehmed destnîşankir ku bi saya felsefeya Ocalan nêzîkatî li azadiya xwe kiriye.