Li Rihayê lehî rabû, gelek mal û dikan di bin avê de man

Li Rihayê ji ber baranê lehî rabû, gelek dikan û mal û di bin avê de man.

Li Rihayê ji ber baranê lehî rabû. Gelek mal, dikan, avahiyên fermî, rê, pir û tunel di bin avê de man.

Gelê Rihayê ji ber ku tevdîr nestendine li hemberî rêveberiyê bi hêrs in.

Li Xaçerêka Abîde ya ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan li navçeya Halîliyeyê du meh berê ji xizmetê vekiribû, mirov di nav avê de asê man.

Dema ku îtfaiyeyê xwest wesayîtekê rizgar bike, ew jî ket ber avê. Hate diyarkirin tunel heta ber dev tijî bûye û tevî xebatkarên îtfaiyeyê 6 kes û gelek wesayît asê mane. Ev tunel tijî herî bûye û ketin û derketin ne mumkun e. Ev xaçêrek otobana Riha û Dîlokê bi hev girêdide.

Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Eyyubiyeyê ku li ser erdên çandiniyê hatibû avakirin jî, di kata wê ya -1’ê de beşa nihêrtîna kûr jî di bin avê de maye û hate diyarkirin nexweş sewqî nexweşxaneyên din hatine kirin.