Li Rihayê gelek kes hatin binçavkirin-HAT NÛKIRIN
Li Wêranşarê, di serdegirtinên malan de herî kêm 15 kes hatin binçavmirin. Hat ragihandin ku di nava binçaviyan de Azîz Kanar ê ji sedî 92 ortopedîk e, heye.
Li Wêranşarê, di serdegirtinên malan de herî kêm 15 kes hatin binçavmirin. Hat ragihandin ku di nava binçaviyan de Azîz Kanar ê ji sedî 92 ortopedîk e, heye.
Li Riha û navçeyên wê operasyonên qirkirina siyasî berdewam dikine. Li navçeya Wêranşar a Rihayê, vê sibê polîs û jendermeyan li navenda navçeyê û li taxan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtinan de, welatiyê bi navê Azîz Kanar ê hate zanîn ku ji sedî 92 astengdarê ortopedîk e jî di nav de Mevlut Erek, Nedîm Erîn, Mustafa Turk, Azîz Erol, Ahmet Erol, Ramazan Esen, Ramazan Sîlgîr, Halîl Kanar, Mahmut Danişman, Hacı Cîn, Mahmut Sicak, Nusret Bayrak, Mehmet Kurşun û Mahmut Tekîn hatin binçavkirin.
Welatiyên ku sedema wan a binçavkirinê nehate zanîn, birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê. Kanar ê astengdar li Midûriyeta Emniyetê ya Wêranşarê tê rawestandin.