Li bajarê Rennes yê Fransayê biboneya piştgirî dayîna greva birçîbûnê yên bêdem û dorneveger yên li Girtîgehên Tirk ku di roja 38’mîn de ne, greva birçîbûnê ya 3 rojî dane destpêkirin.
Çalakiya birçîbûnê ya bi tevlîbûna Kurdên li bajarê Rennes û bajarên derdor bi vekirina konekê ya li qada Republique destpêkir.
Di çalakiyê de kampanya navnetewî ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, standek ya îmzeyan jî hate danîn. Her wiha di çalakiyê de belavokên bizimanê Fransî yên balê dikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk yên di roja 38’mîn de hatin belavkirin.
Ji çalakvana Derwêş Seven derbarê greva birçîbûnê ya 3 rojan wiha got; “Me ji bo Rêberê xwe û girtiyên nûnerê onûra me ne bitenê nehêlîn dest bi greva birçîbûnê kirine.” Seven balkişande ser ku ger tecrîda li ser Ocalan berdewam bike û çalakiya grevên birçîbûnê bikeve merheleyek krîtîk her wiha ‘şahadet’ çêbibin dê bertekên wan bilind bikin û çalakiyên xwe mezin bikin. Seven banga “Xwedî li Rêbertî û girtiyen girtîgehan derbikevin” Kurdên li Ewropayê jiyan dikin, kir.