Li perava Domê roja şehîdan

Li perava Domê roja şehîdan

Bi wesîleya Roja Şehîdan bi sedan kes li ber parlamentoriya Rûsyayê hatin cem hev û Ahmet Yildirim û Remzî Akkuşê ku agir berdabûn bedena xwe bi bîr anîn.

Li goristina şehîdana perava çemê Dom ku nêzî Yaroslvl yaye merasmeke ku 500 kes tevli bibû pêk hat. Kurd û saziyên kurdan yên Rusyayê tevli bûn. Girseya k udi destê wan de çelenk û alên KCK’ê hebûn, qurnefîl danîn ser goristanê û rêz girtin.

Serokê Komeleya Çanda Mezoptamya Egîdê Fero axaftinek kir û wihagot: “Di şert û mercên herî asayî de van kesan yanî şehîdên me canê xwe fêda kirin û azadî, rumet, yekitî û hişmenidya me avakirin.”

Ferro wiha pê de çû: “Tayhan (Ahmet Yildirim) û Jêhat (Remzî Akkuş) li ber parlamentoya rusyayê bedana xwe dan ber agir. Her wiha şehîdê meha Gulanê jî ji bo azadiya vî gelî canê xwe fêda kirine. Ne tenê ji bo serdestan ji bom e jî, bûne ders. Yanî ji bo jiyaneke azad û bi rumet her tişt kirine.”

Di merasîmê de bavê şehîdekî Omer Amoyan jî axivî û diyar kir ku wan ne tenê êş li pişt xwe hiştiye, wan mîrateyeke mezin li pişt xwe hiştiye. Piştî axaftinan dengbêje Paşa Efo bi helbestê ku xwend demên bi hestiyar da jiyîn.