Kurdên liFranseyê dijîn, girtina siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn li ber avahiya Wezareta Derve ya Frensî bi xwepêşandanekê protesto kirin. Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) xwest Ûzûn serbest bê berdan û Franse dest ji polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan berde.
Kurd saet ji 15.00 ve li Qada Serokkomar Edouart Herriot li hev kom bûn û girtina siyasetmedarê Kurd û endamê KNK’ê Adem Ûzûn protesto kirin.
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn di 6’ê cotmehê de gava li semta Montparnasseya Parîsê di kafeyekê debû, ji aliyê polîsên Frensî ve hate binçavkirin û di 9’ê cotmehê de hate binçavkirin. KNK’ê da zanîn ku Ûzûn ji bo organîzekirina Konferansa Şêwra Neteweyi ya ku li Parîsê ji bo Rojavayê Kurdistanê li Parîsê bû.
Di çalakiyê de pakartamezin a li ser “Êdî Bes e” hatibû nivîsandin û destegula reş balê kişand. Kurdan her wiha pankarên wek “Dawî li zextên li ser siyasetmedarên Kurd bînin” vekirin. Di xwepêşandanê de ku zêdetirê 150 kes beşdar bûn bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo” “Ji Adem Ûzûn re Azadî”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
GIRTINA ÛZÛN ÊRÎŞA LI HEMBERÎ GELÊ KURD E
Di xwepêşandanê de wêneyên Ûzûn û alên KCK’ê hatin vekirin de, belavoka bi frensî ji aliyê KNK’ê ve hatibû amadekirin, hate xwendin. Di belavokê de hate diyarkirin ku girtina Adem Ûzûn bi awayeke yekser êrîşa li ser gelê Kurd e û bang li dewleta Franse hate kirin ku di demek zû de Ûzûn serbest berd.
Serokê FEYKA’yê Mehmet Ulker jî axivî û diyar kir ku balkêş e ku Ûzûn piştî axaftinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û dozgerê dijî-terorê yê Frensî Thierry Fragnoli, Ûzûn hatiyegirtin.
FEYKA DÊ DAXWAZA HEVDÎTINA BI WEZARETA DADÊ RE BIKE
Ulker bang li dewleta Frensî kir ku tavilê siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn serbest berde û dest i zextên li ser gelê Kurd berde. Ulker di dema xwepêşandanê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew ê nameyek ji Wezareta Dadê ya Fransî re bişîne û daxwaza hevdîtinê bikin. Ulker diyar kir ku ew ê di hevdîtinê de girtina Ûzûn û zextên li ser gelê Kurd bîne rojevê. rı gündeme getireceðini belirtti.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR
Her wiha greva birçîbûnê ya ku bi boneya piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveneger ên bi daxwaza sererastkirina şert û mercên ewlehî, tendurîstî û tevgera azada Rêberê Gelê Kurd hatiye destpêkirin, hate destpêkirin.
Çalakiya yekem ji aliyê Meclîsa Çand û Huner ê ya Parîsê ya girêdayî TEV-ÇAND’ê ve hate destpêkirin. Çalakiya bi beşdariya 15 kesan li berbajara Gringny ya Parîsê li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê hate destpêkirin dê 2 roan berdewam bike.