Li Parîsê hunermend di greva birçîbûnê de ne

Li Parîsê hunermend di greva birçîbûnê de ne

Hunermendên TEV-ÇAND’ê bi boneya piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveneger ên bi daxwaza sererastkirina şert û mercên ewlehî, tendurîstî û tevgera azad a Rêberê Gelê Kurd hatiye destpêkirin, ji bo du rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Greva birçîbûnê ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin di roja 39’emîn de ye. Bi vê boneyê li Parîsê ji aliyê hunermendê Kurd ve çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriyê hate destpêkirin.

Hunermendên Kurd li Komeleya li Evry-Gringny li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bang li hukûmeta AKP’ê hate kirin û di dem zû de dest ji zextên li ser Kurdan berd.

Daxuyanî ji aliyê hunermend Nûarîn ve hate xwednin û bang li hunermendên Kurd kir ku di vê firsenda dîrokî de bihîstyar bin. Hunermendan di daxuyaniya çapemeniyê de strana “Zîndana Diyarbekirê” jî gotin.

Piştî greva birçîbûnê ya du rojan, dê welatparözön Kurd greva birçîbûnê dewr bigirin. Greva birçîbûnê dê bi awayek bêdem û dorveger berdewam bike.