Li Parîsê çalakiya 'Nobeta Edaletê' pêk hat
Li Parîsê çalakiya 'Nobeta Edaletê' pêk hat
Li Parîsê çalakiya 'Nobeta Edaletê' pêk hat
Çalakiya ku her hefte roja Çarşemê ji ber Komkujiya Parîsê bi daxwaza, “Edalet û Ronahiyê” tê lidar xistin vê hefteyê jî pêk hat. Di çalakiya ji bo hêzên yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez qetil kirine bên aşkerakirin, li ber lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk saet 14.30 pêk hat. Di çalakiyê de Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî amade bûn.
Girse bi dirûşmên, “Em hemû Sakîne, Leyla, Fîdan, PKK’yî ne”, “Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya polîtîk” û “Kobanê, YPG, YPJ berxwedan” saet 14.30’î ku destpê kir, heta Buroya Enfermasyonê ya Kurdistan dewam kir.
Di dema meşê de belavokên têkildarî komkujiya Parîsê hatin belavkirin.
Dema girse hat ber buroyê ji bo şehîdên Kurdistan û şehîdên cîhanê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Hozan Sara axaftineke kurt kir.
Sara bal kişand ser girîngiya çalakiyên roja Çarşemê û got, “Divê tevlîbûna ji van çalakiyan re bihêztir bibin. Ji bo zîhniyet û hêzên tarî yên Sakîne, Leyla û Fîdan qetil kirine derkevin holê divê ev çalakî bihêz bin. Her hefte em ê li vir bin. Bila zanibin” Sara ji bo komkujî bê ronîkirin bang li rayedarên Fransî kir.
Di çalakiyê de hat gotin ku wê roja Şemiyê ji Qada Bastîlle saet 14.00’an meşa ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinê, wê meşek bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.

