Li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê polîsan 3 kes qetil kirin
Hêzên Îranê li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê êrîşî gelê ku daketin kolanan kirin. Di êrîşê de 3 kes hatin qetilkirin û 10 jê zarok gelek kes jî birîndar bûn.
Hêzên Îranê li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê êrîşî gelê ku daketin kolanan kirin. Di êrîşê de 3 kes hatin qetilkirin û 10 jê zarok gelek kes jî birîndar bûn.
Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’yan de di dema serhildanên bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azad’ ku bi pêşengiya jinan dest pê kir, di xwepêşandanên 30’ê Îlonê yên li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê di encama gulebarana li dijî kesên ku beşdarî xwepêşandanan bûbûn de 2 jê jin û gelek zarok jî di nav de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Komkujî her roja Înê li parêzgehê bi çalakiyan tê protestokirin.
Li gorî nûçeya JINHA'yê, gel bi wesîleya salvegera 'Îna bixwîn' (komkujiyê) biryara greva giştî ya 2 rojan da û danê êvarê dîsa daket qadan. Welatiyên ku li bajarên cuda yên Belûcistanê daketin kolanan li hemberî êrîşa polîsan barîkatên ji agir danîn. Gel li kolanan bê navber dirûşmeya "Bimre dîktator", "Bimire Xumeynî", "Bira wê xwîna te li erdê namîne" berz kirin.
Ji ber êrîşa polîsan a bi guleyan herî kêm 3 kes hatin qetilkirin û 10 jê zarok gelek kes jî birîndar bûn.
Li parêzgehê gelek kes hatin destgîrkirin. Her wiha navê 11 kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “Amîn Shah Bakhsh, Îsmaîl Brahuî, Îdrîs Gomshadzehî, Ghafoor Gîrgîj, Hareth Belucî, Alî Lajeî, Yaser Zafar Naroî, Rahmatullah Kebdanî, Ahmed Mîrbalochzehî, Îbrahîm Kebdanî, Muhammed Alîzahî.”