Li Panos û Avkevirê 14 kes hatin binçavkirin

Li Panos û Avkevirê 14 kes hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk, bi dijwarî dewam dikin. Li Avkevir û Panosê, di serdegirtina malan de 2 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Agirî Avkevirê, pêla binçavkirinan dewam dike. Polîsan danê sibê avêtin ser malan û Yûsûf Aladag (60), Erol Işik (40), Sevdîn Taşdemîr (51) û rêveberê HDP'ê Hecî Mûrat (45) kirin binçavan. 4 kesên bi hinceta tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bûne hatin binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tên ragirtin.

Li Panosê jî, polîsan danê sibê avêtin ser gelek malan. Di operasyonê de Ramazan Ûygar (65), endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê DBP'yî Atîlla Ûygar (45), Cahît Ûygar (18), Abdûllah Ûygar (24), Sefa Başboga (19), Nasir Çakan (22), Behçet Ûsboga (20), Alî Îhsan Karakûrt (18) hatin binçavkirin. Di serdegirtinên li gundê Kurdegoz de jî 2 zarok hatin binçavkirin.