Li Pakîstanê êrîşa bombeyî: 14 mirî

Li Pakîstanê êrîşa bombeyî: 14 mirî

Li bakûrêrojavayê Pakîstanê di êrîşa bombeyî ya li dijî hêzên paramîlîter de 14 kes mirin.

Di êrîşa bi wesayîta tejî teqemenî ya li sûka Dera Adem Hel ya li herêma Eşîretan de, hate ragihandin ku ji 20 kesan zêdetir jî birîndar bûne.

Rayedaran ragihand ku, ji ber sedema kêmbûna ocaxên tenduristiyê birîndar rakirine nexweşxaneyên Kohat û Peşawerê.

Heya niha tu kesê êrîş negirtiye serxwe, lê belê tê texmîn kirin ku êrîş Telîbanên Pakîstanê pêkanî be.

Di êrîşa bi wesayîta tejî teqemenî hatiye pêkanîn de, li ber avahiya ‘Komîteya Aştiyê’ ku ji paramîlîterên aliyê xwe guhertin û çûne aliyê hikumetê pêkhat. Rojnameya Dawn ya Pakîstanê ragihand ku, ji 20 dikanan jî zêdetir zirar ditiye.

Dera Adem Hel di nav herêma eşîran de qesabeyekî biçûk û piraniya wan gelê Peştûn lê jiyan dike, her wiha bi Efxanîstanê re sînore. Qesabe li herêmê weke navenda bazirganiya çekan tê zanîn.

Beriya du salan di êrîşek ya xwekujiyê ya li dijî mizgeftekê de ji 70 kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dabûn.