Li Otogara Rihayê 3 çete hatin girtin

Li Otogara Rihayê 3 çete hatin girtin

Li Otogara Rihayê, ji ber helwest û tevgera bi guman, gel îxbara 3 biyaniyan ku yek jê Elman yek jî Filistînî bû kir û her sê kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku her sê kesên navê wan nehat zanîn, ji bo tevlî DAIŞ'ê bibin hatine Rihayê. Balkêş bû ku di dema binçavkirinê de gelekî rehet tevdigeriyan.

Yek ji Elman, yek Filistînî 3 kesên biyanî yên bi rêya bejahî hatin Rihayê, ji ber helwest û tevgera wan a bi guman a li otogarê, ji aliyê gel ve hatin îxbarkirin. Polîsan li otogarê nasnameya her sê kesan kontrol dikirin û di çeteyê wan de kel û melên mîna kevnikê pêçandina birînê û bandaj a reş hatin dîtin.

DER HEQÊ WAN DE TIŞTEKÎ QANÛNÎ NEHAT KIRIN

Hat ragihandin ku kesên mijara gotinê yên wê li sînorê Akçakaleyê (Kaniya Xezalan) tevlî DAIŞ'ê bibûna, birine Şaxê Biyaniyan a Rihayê. Li gorî agahiyan, der heqê van her sê kesan de tiştekî qanûnî nehatiye kirin û hatine dersînorkirin.

PIŞTRAST DIBE KU RIHA JI XWE RE KIRINE BAREGEH

Li aliyê din, helwesta rehet û aram a her sê kesên li Otogara Rihayê wêneyên wan hat kişandin,  bal kişand. Beriya niha gelek çavkaniyan ragihandibûn ku Riha ji aliyê çeteyên êrîşî Kobanê dikin ve were baregeh tê bikaranîn.

Beriya niha li ser sînorê Kaniya Xezalan û Serêkaniya Serxetê, 11 kesên dixwestin tevlî DAIŞ'ê bibin, hatibûn girtin.