Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê ji aliyê Kurdên li paytexta Norwec Osloyê dijîn ve bi meşekê hate protestokirin.
Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya ku li hemberî Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan pêk hat, li paytexta Norwec Oslo bi meşekê hate protestokirin. Meş roja şemî saet di 14.00 de li ber derê Oslo S ya stasyona tren a navenda bajêr dest pê kir û li cadeya Karl Johan heya ber derê Wizareta Karê Derve dewam kir.
Gelek Kurdistanî bi taybet zarok û jin û dostên Norwecî bi alên PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve daketin qadê, komplo bi meşekê protesto kirin. Di meşê de dirûşim û pankartên bi zimanê Norwecî yên weku “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu a siyasî, azadî ji bo girtiyên siyasî û
dewleta faşîsta Tirk li Kurdistan derkeve hatin qêrîn. Di meşê da gelek belavokên ku li ser komploya 9ê cotmehê û herwisa rewşa dawî a Kurdistan hatibû nivîsandin, hatin belavkirin û elaqeya gelên derdor dikişand.
Meş heta ber avahiya Wezareta Karê Derve berdewam kir û meşvan li vir kom bûn û bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û dû re bi daxuyaniyan dest pê kir. Li ser navê konseya Meclisa Gel, Komeleya Çanda Kurdistan û Komeleya Ciwanan Ung-Kurd daxuyanî bi zimanê norwecî û kurdî hatin dayin.
Di daxuniyan de hate ziman ku rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd da rola herî sereke ye. Komploya navnetewî a di sala 1998 despêkir û tecîda îro li Îmralî heyî dijî zagon û peymanên navnetewî ne.
Di dawiya daxuyaniyê da agahî li ser Kampanya Îmzayan a ji bo azadiya Ocalan ku belav dibe, li Oslo û bajarên din yên Norweê jî dest pê kiriye hate ziman.
Çalakî piştî daxuyniyan bi sloganan dawî bû.