Li Osloyê pîrozbahiya bi coş a 36. salvegera damezrandinê
Li Osloyê pîrozbahiya bi coş a 36. salvegera damezrandinê
Li Osloyê pîrozbahiya bi coş a 36. salvegera damezrandinê
Kurdên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, li gel nûnerên Kantona Efrînê û siyasiyên Norwêcî, 36. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Di şeva ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan û sînevîzyonê destpê kir de, hejmarek zêde ya Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Nûnerên gelek partî û tevgerên Kurdan jî tevlî pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK'ê bûn. Nûnerên Komeleya Çanda Kurdistanê, KCD, YNK, Tevgera Goran û Partiya Serbestî ya Rojhilatê Kurdistanê (PSRK) li vir axivîn.
Li ser navê Kantona Efrînê jî Wezîrê Karên Derve Suleyman Cafer û Alîkarê wî Cîhan Mûhammed beşdarî pîrozbahiyê bûn. Wezîrê Karên Derve yê Kantona Efrînê Suleyman Cafer di axaftina xwe ya li vir de rewşa dawî ya li Rojava nirxand û anî ziman ku hin rêxistinên çete destpêkê êrîşî Efrînê kirin û piştî li vir bi ser neketine êrîşî Serêkaniyê û Cizîrê kirine. Cafer ragihand ku planên êrîşa li hemberî Efrînê dîsa ketine rojevê û got, "Eger dîsa êrîş bikin wê dîsa têk biçin."
Piştre parlamenterê Partiya Çep Sosyalîst a Norwêcê Ingunn Gjerstad mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku ew bi heyranî li têkoşîna Kurdan a li Rojava temaşe dikin. Gjerstad da zanîn ku wan bernameyên desteka hem siyasî hem jî madî ya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê aşkera kirine. Wekîlê Norwêcî di heman demê de polîtîkayên rejîmên Tirkiye û Îranê yên li hemberî Kurdan rexne kir.
Piştî axaftinan Koma Zarokên Oslo sirûda Ey Reqîb xwend, piştre govenda herêman hat gerandin. Ozan Şemdîn, Nûarîn, Rêzan Şîrvan, Dilşad û Nebez Makûryanî jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Şeva ku saet di 17:00 de destpê kir, heta derengiya şevê dewam kir.