Li Erlangen û Gottîngenê Tirkiye û Elmanya hate protestokirin
Li bajarên Erlangen û Gottîngen ên Elmanyayê êrîşên qirker û dagirkeriyên yên dewleta Tirk a li ser Efrînê hate protestokirin.
Li bajarên Erlangen û Gottîngen ên Elmanyayê êrîşên qirker û dagirkeriyên yên dewleta Tirk a li ser Efrînê hate protestokirin.
Li Erlangenê di meşa ji bo piştgiriya Efrînê de dewletên Elman û Tirk hatin protestokirin.
Li bajarê Erlangen ê Elmanyayê j istasyona trenê ya nevendê heta Beşîktaş-Platzê ji bo Efrînê meşek hate lidarxistin.
Di meşê de Endama Meclîsa Şaredariya Erlangenê Ozlem Bahadir axivî û bibîr xist ku hişmendiya dewleta Tirk û OSO’yê gelan qetil dike û dîsa malên welatiyên sivîl talan dike. BAhadir bal kişand ser hevkariya sûc a dewletên Elman û Rûsya yê.
Dostê Kurd ê Elman û Wezîrê Karê Derve yê berê yê Serokwezîr Angela Merkel Sîgmar Gabrîel jî destnîşan kir ku gelê Elman xapandine.
Di tevahiya meşê de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Efrîn nakeve” û “Polîsên Elman faşîstan diparêze” hate qîrkirin.
GOTTÎNGEN
Li bajarê Gottîngen ê Elmanyayê jî ji bo Efrînê meşek hate lidarxistin. Bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan girse li Kommark kom bûn.
Di çalakiyê de pankartên ku êrîşên qirker û talanker ên dewleta Tirk a li ser Efrînê hate şermezarkirin dirûşmên “Efrîn nakeve, Efrîn bi ser ket” hate qîrkirin.
Her wiha di çalakiyê de firotina çekan a Elman a ji bo Tirkiyeyê jî hate protestokirin.