Li Nantes û Montpellier damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin

Li Nantes û Montpellier damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin

36’emîn Salvegera Damezrandina PKK’ê li Nantes û Monpellîerê hate pîrozkirin.

36’emîn Salvegera Damezirandina PKK’ê li bajarê Nantes û Montpellîer a Fransayê hate pîrozkirin. 

NANTES

Li bajarê Nantesê Kurd û dostên Kurdan li Salona Landes saet di 14.00’an de hatin cem hev. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Der barê wateya şevê de axaftin hatin kirin.

Ergîn Xelîkan, Koma Sararoj, Ozan Ali Gul, Ozan Raif, Ulas Kelaşin û Ozan Yuksel derketin ser dikê û Şaredarê Xinisê Basrî Firat axaftine kir.

Firat berxwedana Kobanê silav kir û diyar kir ku gelê Kobanê û Şengalê di bin şert û mercên dijwar de dijîn. Firat destnîşan kir ku divê Kurd û dostên Kurdan zêdetir alîkariyê bidin û banga alîkariyê kir.

Sekreterê Giştî yê Nanstes Lorîe Atlantîc yê Partiya Komunîst a Fransayê, Robîn Salecroîx jî da zanîn ku gelê Kurd li Kobanê berxwedaneke mezin didin û piştî êrîşên giran yên çeteyên DAIŞ’ê, Serokkomarê Tirk Erdogan gotiye ku ew ê korîdora alîkariya mirovahî venekin. Salecorîx got ku li dijî gelê ku li sînor nobetê digirin bi dehan carî êrîş pêk hatiye û her wiha Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande Erdogan dawet  kiriye û ev dawet rexne kir. Salecroîx bi lêv kir ku  ev dawet ji bo tahrîkkirina gelê Kurd e û gelê Kurd çawa ku komploya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala derxistiye dê vê jî tifaqa qirêj jî vala derxe.

Di şevê de peyama KCK’ê ya bi dîmen hat temaşekirin û piştre jî goven hatin gerandin. 

MONTPELLIER

Li bajarê Monppellîer ya Fransayê jî damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin. 250-300 kes li salona Belvederese hatin cem hev û di şeva saet 14’an dest pê kir hunermend Ozan Menal, Ozan Suleyman, Mehmet Teke, Narinxan, Xelil Xemgin derketin ser dikê. Her wiha sînevîzyonek jî hat nîşandan.