Li Mûsilê gora komî hat dîtin
Li Mûsilê gora komî hat dîtin
Li Mûsilê gora komî hat dîtin
Li nêzî bajarok Qiyare yê Mûsilê, li goreke komî cesedê 80 kesan ku piraniya wan leşker û polîs bûn, hat dîtin.
Ji eşîrên derdora Mûsilê Şêx Zinûn El Sewaf jî ragihand, ku nûçeyên li ser mijarê rast in. Hat ragihandin ku cesedên ji gora komî hatiye derxistin, li gel leşker û polîsên li herêmê wezîfe dikirin, hîndekarên Zanîngeha Mûsilê jî di nav de hene.
Zinûn El Sewaf der barê mijarê de got, "Gelê Qiyare li nêzî bajarok dît. Bi qasî ku me jimart 80 cenaze hene. Di encama lêkolînan de derket holê, ku cenazeyên hatine derxistin ên hêzên ewlekariyê yên Mûsilê û hîndekarên zanîngehê ne."
El Sewaf diyar kir ku hatiye tespîtkirin qurbanî ji nêz ve bi çekê hatine qetilkirin û li cenazeyê hemûyan li kortekê hatine bicihkirin. Çavkaniyên ewlekariyê jî ragihandin ku hin ji cenazeyan serê wan parçe bûye, hin jê serî nîne û anîn ziman ku diyar kirin ku diyarkirina nasnameyê di mercên zehmet de hatine kirin.
Zinûn El Sewaf da xuyakirin ku li Mûsilê gelek leşker û polîs ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin û ji ber demeke dirêj e ji wan agahî nayê stendin, fikarên li ser aqûbeta wan zêde bûne. El Sewaf got, "Dibe ku li gundên derdorê gorên komî hebin. Ji mirovên ji aliyê terorîstên DAIŞ'ê ve hatin revandin, agahî nayê stendin. Ev yek rê li ber zêdebûna gumanên me yên li ser aqûbeta mirovên hatine revandin vedike."